Jin çûn şîna ku ji bo Garîbe Gezer hatibû danîn

  • 16:49 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Kerboranê ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn. BI sedan jin çûn şîna ku ji bo Gerîbeyê hat danîn.
 
Serdanên sersaxiyê yên ji Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 ya Kandirayê piştî ragihandina îşkenceya sîstematîk û şîdeta zayendî ya lê hat kirin û bi awayekî gumanbar di hucreya xwe de mirî hate dîtin, dewam dikin.
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Mêrdîn, Riha, Şirnex û Amedê jî di nav de bi sedan kes li navçeya Kerboranê çûn şîna ji bo Garîbe hatibû danîn.
 
'Ew ne ya min e, ew xerîbê me hemûyan e'
 
Dayika Garîbe Halîm Gezer kesên hatin sersaxiyê silav kir û got "Ew keça min bû, lê niha bûka Kurdistanê ye, ne Garîbeya min e, ya we hemûyane."