Komunîstên Rojavayî Sîbel bulut bi bîr anîn

  • 15:59 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Di bîranîna ku ji bo Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da hat lidarxistin, peyama "Sarya Ozgur di şoreşê de şehîd ket, em ê li ser rêya wê bimeşin û şoreşê berfireh bikin" hat dayîn. Her wiha ji bo bîranîna Sîbel Bulut dara sêvê hat çandin.
 
Endamên Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) û Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a di 12'ê Kanûna 2014'an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anîn.
 
Komunîstên Rojava ku li Parka Serokatiyê ya Taxa Hilêliyê daxuyanî dan çapemeniyê, gelek caran dirûşma "Şehîd Sarya Namire" berz kirin.
 
'Yek ji fermandarên pêşeng bû'
 
Di bîranînê de endama JKŞ'ê Cîhan Ehmed axivî û bi bîr xist ku Sîbel yekemîn şehîda jin a MLKP'ê ya Rojava bû. Cîhan bi bîr xist ku Sîbel yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedana Kobanê ye ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê derbasî dîrokê bû û wiha got: “Sarya Ozgur di sala 2014’an de li Kobanê şehîd bû. Di hevpeyvîna ku beriya şehîdbûna xwe de kirî de wiha got: “Em li Rojava ne, em naçin. Ger pêwîstî bi şoreşê hebe em ê jî şehîd bikevin.” Raket û çeka xwe girt û bi ser dijmin de çû."
 
'Em soz didin ku em ê şoreşê mezin bikin'
 
Cîhan diyar kir ku komunîstên Rojava mîrateya têkoşînê ya Sîbel hembêz kirine û wiha got: “Em ê rêya Şehîd Sarya bişopînin. Em ê rêya azadî û sosyalîzmê bişopînin. Şehîd Sarya di şoreşê de şehîd ket, em soz didin ku em ê şoreşê mezin bikin. Em ê şoreşa Rojava heta şoreşa sosyalîst bi pêş bixin.”
 
Piştî axaftinê ji bo bîranîna Sîbel Bulut li parkê dara sêvê hat çandin. Bîranîn bi stran û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.