Li Êlihê gel bertek nîşanî tecrîdê da: Dê AKP-MHP têk biçin

  • 15:41 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Li Êlihê Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir axivî û got, "Gelê Kurd di têkoşîna xwe ya li hemberî faşîzmê de dê bi ser keve."
 
Li Êlihê bi şîara “Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin” civîneke gel hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Ozlem Gunduz û Tayîp Temel, Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê. nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdar bûn. Di civîna ku li salona dawetê ya bajêr hat lidarxistin de, wêneyên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a   Tîpa F ya Kandirayê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da û siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a girtî, li salonê hatin daliqandin.
  
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û wiha got: “Gelê kurd di têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê de qonaxeke dijwar li pey xwe hiştiye û gihiştiye asteke nêzî serketinê. Yên ku dixwazin meşa me ya azadiyê asteng bikin, plana êrişa piralî dikin. Piraniya van xistin meriyetê. Ev plan her carê rastî berxwedana gel tên. Lê dîsa êriş dikin. Desthilatdariya ku êrişî gelê kurd û dostên wan kir, êişên xwe yên li ser çar parçeyên Kurdistanê didomîne. Ji ber ku di sala 2023’an de hewl didin têkoşîna gelê kurd têk bibin, her ku diçe êrişên xwe zêdetir dikin. Lê bêencam man.” 
 
Tecrîd hat şermezarkirin 
 
Keskîn bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku zîhniyeta AKP-MHP'ê ya di siyaseta qirêj de israr dike, mehkûmî têkçûnê ye û wiha got: “Çareseriya pirsgirêkên ku qewimîne Ocalan e. Ji bo çareseriya pirsgirêka sedsalê divê bi lezgîn tecrîd bê rakirin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê li gelek deverên cîhanê li dijî çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn tê dayîn. Di encama vê têkoşînê de divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û her kes xwe tevlî berxwedanê bike.” 
 
'Vîgelî dilsoziyeke mezin daye partî û nirxên xwe'
 
Bayindir da zanîn ku pirsgirêkên li welêt bi "Tifaqa Demokrasiyê" ya ji aliyê HDP'ê ve hatiye pêşniyarkirin dikarin bên çareserkirin û got: "Hin partiyên ku ji xwe re dibêjin muxalif, hewl didin girseya Gelê Kurd bikşînin cem xwe. Lê belê hewla xwe pûç dikin. Ev gel dilsoziyeke mezin daye partî û nirxên xwe.” Bayindir bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya gelê kurd û wiha got: “Em careke din dibêjin werin dev ji vê xeletiyê berdin.Yekitiya kurdan tê wateya azadiya gelê kurd. Gelê Başûr yekîtiya xwe ya netewî pêk aniye.Tenê daxwazek wan heye ew jî yekîtiya giştî ye. PDK ku vê yekê nabîne, xiyanetek li dijî gelê Başûr dike.” 
 
Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.