Rêxistinên hiqûqê dê tevli daneşîna doza Denîz Poyraz bibin

  • 15:28 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Gelek rêxistinên hiqûqî beriya doza Deniz Poyraz a HDP'yî ku 29'ê Kanûnê wê çêbibe, civîna çapemeniyê li dar xistin û gotin ku ewê tevli daneşîna dozê bibin.
 
Gelek rêxistinên hiqûqî beriya doza Deniz Poyraz a HDP'yî ku 29'ê Kanûnê wê çêbibe, civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn ji hêla Baroya Izmîrê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇDH) ve li Komeleya  Mafên Mirovan hate lidarxisitn. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqû û Mafên Mirovan Berpirs Umît Dede, Hevserokê Şaxa Îzmîrê yê OHD'ê Mazlûm Demîrbag, parêzerên Deniz Poyraz Turkan Aslan Agaç û Gurbet Uçar, Îmdat Ataş û Mecît Yildirim li civînê amade  bûn.
 
Serokê Baroya Izmîrê Ozkan Yucel got, ''Êrîşe li azadiya derbirînê û mafê jiyanê bûye. Ji bo ku berpirs bêne darizandin tişta ku ji dest me tê em ê texsîr nekin. Doza Deniz Poyraz doza me ye.'' Ozkan diyar kir ew ê Baroya Izmîrê bixwazin ku bibin mudaxîl di doza 29'ê Kanûnê de.
 
Seroka Komeleya Mafên Mirovan Ozlem Yilmaz jî diyar kir ku cinayeta Poyraz, 'cinayeta nefretê ye'' û got, ''Ji bo ku dozê ronî bibe em ê bişopînin. Em dixwazin cinayet ronî bibe.''
 
Sekretera ÇHD'ê Nergiz Tûba Aslan got, ''Onur Gencer ê ku komkujî kirî her çendî niha tê darizandin jî em pê dizanin ku komkujî bi plan û program bû.'' Nergis got,''Heta niha dozger tişta ku diviya bikira yek jê nekiriye. Di serî de dosyaya Deniz Poyraz em dixwazin dosyayên hemû komkujiyan were ronîkirin. Ji bo ku berpirs werin darizandin em ê têbikoşin.''
 
Parêzerê OHD'ê Aryen Turan jî got, ''Ji bo ku bi berfirehî li ser dosyayê were rawestandin û kiryarên rastîn derkevin holê têkoşîna me wê bidome.''
 
Di civînê de her wiha hate xwestin ku raya giştî doza Deniz Poyraz ku 29'ê Kanûnê li Izmîrê dê pêk bê bişopînin û ji bo ku rastî derkeve holê dengê xwe bilind bikin.