Di nobeta Edaletê de Garîbe Gezer hat bîranîn

  • 14:54 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyêN nexweş di roja xwe ya 27'an de berdewam dike. Îro jî di nobetê de Garîbe Gezer hate bi bîranîn û mirina wê ya bi gûman hat şermezarkirin.
 
Malbatên girtiyên siyasî ên nexweş di 16'ê Mijdarê de li dijî binpêkirinên mafan, nêzîkatiyên ne qenç û îşkenceyên li ser girtiyan "Nobeta Edaletê" dabun destpêkirin. Nobeta ku li Baroya Amedê hate destpêkirin di roja 27'emîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a navçeya Bismilê serdana malbatan kir.
 
Di serdanê de hevserokê HDP'ê yê navçeya Bismilê Meşhel Sirimsi axivî û bal kişand li ser tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocallan tê meşandin û wiha got: " Di kesayeta bi rêz Abdullah Ocalan de li ser hemû girtiyan û me jî tecrîd berdewam dike. Bi taybetî ji girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan rewşa dawî ya girtîgehan aşkere dike. Li dijî vê zilmê derketin erka me hemuyan e. Îro we berpirsyariya civakê xistiye ser milê xwe. Ez keda we pîroz dikim û serkeftinê dixwazim."
 
'Garîbe bu dengê girtiyan'
 
Rêvebira partiyê ya navçeyê Hanim tanriverdî jî Garîbe Gezer bi bîr anî û got: "Garîbe Gezer jî bû dengê girtiyan û ji ber ku serî netewand hate qetilkirin. Em ji ber wê yekê jî qebûl nakin ku Garîbe întîhar kiriye. Ew hate qetilkirin. Di kesat wê de jî ez çalekiya we pîroz dikim û serkeftinê dixwazim."
 
Piştî axaftinan çalekvaên nobetê beşdarî panela ku ji aliyê TÎHÎV, İHD, DTO û Baroya Amedê ve bi sernavê "Mafê Girtiyên Nexweş" hatiye amadekirin bun.