Ji jinan daxuyanî: Em ji bo Garîbe ne di şîne de di berxwedanê de ne

  • 14:34 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Jinên ku derbarê Garîbe Gezer a mexdûra tecawizê ku li girtîgehê bi awayê bi gûman mirî hate dîtin daxuyanî dan gotin, "Em ji bo Garîbe Gezer ne di şînê de di serhildanê de ne. Jinek bi tena serê xwe di hucreyê de çawa dikare mirî bê dîtin? Berpirs kî ne?"
 
Platforma Jinan a Enqerê derbarê Garîbe Gezer  a mexdûra tecawizê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê bi awayê bi gûman mirî hate dîtin û dîsa li heman girtîgehê siyastmedar Aysel Tugluk a nexweş ku tê girtin  civîna çapemeniyê li dar xist.  Eywana civînê ku bi jinan tijî bû dirûşmên "Bila îşkence û êrîşên zayendî li ser girtiyên nexweş bên bidawîkirin" hatin berzkriin û pankarta li ser  "Garîbe Gezer serhildana me ye" hat daliqnadin. Metnê daxuyaniyê li ser navê platformê  Semara Demîr xwend. 
 
' Îşkence dibe amûrê tolhildana siyasî'
 
Semra anî ziman ku jinên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin hedefa desthilatdariya zilam in û diyar kir ku ji ber vê sedemê bi sedan jin hatin binçavkirin. Semra anî ziman ku bi dehan jin bi îfadeyên şahidên nepen di girtîgehan de dîl tên girtin û got, “Êrîşên li dijî têkoşîna jinan li girtîgehan jî li derve jî dewam dikin. Astengkirin mafê tenduristiyê bi pandemiyê re veguheriye îşkenceyê. Girtiyên jin li girtîgehan bi her cure binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Her cure şîdeta derûnî û fizîkî, di serî de şîdeta zayendî, li dijî girtiyên jin tê bikaranîn. Tenê pênaseyke van pêkanînan heye. Ango desthilatdariya serdest a mêr, îşkenceya li ser jinê kiriye amûra tolhildana siyasî. Em ê nehêlin daraz wekî şîdet û îşkenceya mêr-dewletê,  tevbigere.”
 
'Heta berpirs bên darizandin wê têkoşîna me bidome'
 
Semra destnîşan kir ku heta hevalên wan bên berdan, tundiya zayendî bi dawî bibe û berpirsyar bên cezakirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got, "Di şert û mercên ku îşkenceya zayendî û gefên li ser jinan bi taybetî lêgerîna tazî sîstematîk bûye, binçavkirin û girtin. veguheriye wesîleya îşkenceya zayendî, em jin tenê ne li mal û kolanan di têkoşînê de, ne, li girtîgehan jî em hevalên xwe tenê nahêlin. Hevrêya me Aysel Tûglûk di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ji bo destkeftiyên me jinan têkoşiya. Ji ber wêrekiya ku li dijî desthilatdariya mêr û şîdeta mêr-dewletê serî hilde ji aliyê dewleta nîjadperest, zayendperest û mîlîtarîst ve êrîşên cur be cur lê hatine. Hevala me Aysel îro bi pirsgirêkên tenduristiyê yên pir giran re rû bi rû ye."
 
Raporên ATK'ê
 
Semra rapora Saziya Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê (ATK) ya der barê Ayselê de bi bîr xist û diyar kir ku berevajî ATK'a Kocaeliyê, ATK'a Stenbolê diyar kir ku Aysel jî weke gelek girtiyên nexweş bi girtina biryareke siyasî dikare di girtîgehê de bimîne. Semra got, “Em êrîşa nîjadperest û zayendperest a li merasîma cenazeyê dayika wê Hatûn Tûglûk a ku bû sedema windakirina bîra Aysel Tûglûk, ji bîr nakin. Em ji bîr nakin ku sûcdar li dadgehên sexte dihatin darizandin û wêneyên wî yên pîrozbahiyê bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re kişandibûn. Em li hemberî vê hevkariya nîjadperest, mêtînger tu jinê bi tenê nahêlin! Berdewama girtina Aysel Tûglûk rehîne girtin û sûc e."
 
'Ji bo garîbe em ne di şînê de di berxwedanê de ne'
 
Semra wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 9’ê Kanûnê de agahiya ku hevala wê ya din a jin li girtîgeha ku lê dima ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin, bi dest xistine.” serhildan û hêrsa me mezin e. Em dipirsin; Çawa jinek tenê di hucreyê de mirî tê dîtin? Kî berpirsiyar e? Çawa dibe ku otopsî bi lez û bez biqede, bêyî ku li benda parêzeran jî bimîne? Em ê ti carî dest ji kesên ku îşkenceya zayendî li garîbeyê kirine û bûne sedema mirina wê û kuştina ku dewlet bi xwe şirîkê wê ye û rastiyan bernadin. Em dengê Garîbe Gezer ku li dijî şîdeta zayendî û tecrîda têdikoşe, bilind dikin û di berxwednaê de ne."
 
Bi KHK'ê komkujî kirin
 
Semra bal kişand ser wê yekê ku xebatkara tenduristiyê Fatma Demîrel a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hat dûrxistin û întîhar lê hat ferzikriin û got, " Ev ne xwekuştin e, kuştin e, berpirsiyar dewlet e! Li hemberî mirin, îşkence û tundiya mêr-dewletê ya li ser jinan tê ferzkirin em ê bibin piştevanên hev û têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin. Bila dengê me biçe Kandirayê! Me destkeftiyên xwe bi hev re girt ser milê xwe, li dijî êrîşên we em bi hev re xurt in.” got.
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.