Panela “Ekolojî û Jin” hate lidarxistin

  • 13:37 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Komeleya Ekolojiyê panela bi navê “Ekolojî û Jin” li dar xist. Di panelê de sernavên “Têkiliya ekoloji û jineolojî” , “Ji paşerojê heta roja me ya îro, di xwedîkirinê de şewaza tenduristiyê" hatin niqaşkirin.
 
Komeleya Ekolojiyê panela bi navê “Ekolojî û Jin” li dar xist. Panel li avahiya Egîtim Senê ya Şaxa Amedê pêk hat. Her wiha ji bo panele pankartên “Têkoşîna jiyana ekoloji, têkoşîna azadiya jinan e”, “Bi hilbêrînê xwezayê, bi xwedîkirine xwe biparêze” hatin daliqandin. Wek panelist parêzer Ruşen Seydaoglu, Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sena Amedê Ezgî Çelîk û ekolojist Dîcle Salman beşdarî bûn 
 
Di destpêkê de Ezgî Çelîk axivî û behsa Komeleya Ekolojiyê kir. Ezgî diyar kir ku panel wê bi sernavên “Têkiliya ekoloji û jineolojî” , “Ji paşerojê heta roja me ya îro, di xwedîkirinê de şewaza tenduristiyê” berdewam bike. 
 
Panel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.