HDP'a Stenbolê 4'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar dixe

  • 13:30 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Ji heft salî heta heftê saliyan bi hezaran kes diherikin eywana kongreyê. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Kongre li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê tê lidarxistin.  Parlamenterên HDP'ê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), Meclîsa Ciwanan, rêxistinên navçeyan, gelek pêkhate û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Eywana Kongreyê bi pankartên  "Dema HDP'a Stenbolê ji bo Demokrasiyê di Pirsgirêka Kurd de", "Dema HDP'a Stenbolê ji bo Edaletê di Aboriyê de", "Dema HDP'a Stenbolê ji bo îradeya gel e", "Dema HDP'ê li Stenbolê ji bo jinan wekheviyê ye” û  pankartên “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin” û “Jin di Têkoşîna Azadiyê de bi biryar in” hatin daliqandin. 
 
Qetilkirina Garîbe bi dirûşman hat şermezarkirin
 
Ciwanên ku bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ketin eywanê qetilkirina Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmên "Garîbe Gezer nemir e" şermezar kirin. 
 
Kongre wê bi hilbijartina dîwanê dest pê bike. Piştre wê hevserokên HDP’a Stenbolê yên niha axaftina destpêkê bikin. Dû re wê sînevziyonek xebatên HDP’ê Stenbolê vedibêje were nîşandan. 
 
Di kongreyê de wê Koma Ma Muzîkê û Bajar konserê bidin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî dê di kongreyê de axaftinê bike.