Rêveberên HDP'ê çûn serdana gora Denîz Poyraz
- 13:14 12 Kanûn 2021
- Rojane
ÎZMÎR - Rêveberên HDP, hîqûqnasan serdana gora Denîz Poyraz kir û ew bi bîr anîn.
Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan serdana gora Denîz Poyraz a li HDP’a Îzmîrê hatibû kuştin, kirin. Gora Denizê li Goristana Kaynaklara Bucayê ye. Di serdana hat kirin de dê û bavê Denîz Poyraz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, Endanên Komeleya Piştevaniy bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Ege''yê (EGE-TUHAYDER) tevli meraîmê bûn.
Hevserokê HDP’a Îzmîrê Abdulkadîr Baydur di serdana gorê de axivî û diyar kir ku Denîz Poyraz şehîda partiya wan e û ew soz didin Denîzê wê aştiyê pêk bînin û bîranîn ûxeyalên wê bicih bînin.
Umît Dede jî destnîşan kir ku ew ê hesab ji berpirsiyar û kujerên Denîz Poyraz bixwazin û wê xwedî li doza wê derkevin.