'Nobeta Edaletê' di roja 279'an de berdewam dike

  • 12:02 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar a ku "Nobeda Edaletê" di roja 279'emîn de berdewam dikin gotin: “Dibe ku dewlet yên zilmê dikin efû bike, lê civak wan efû nake.” 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin. Sê ferdên malbatê hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan hatin qetilkirin, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê, Nobeda Edaletê digirin. Nobeda malbatê di roja 279’emîn de berdewam dike. 
 
Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Yên ku pişta xwe didin Kral yek bi yek dikevin. Dibe ku dewlet yên zilmê dikin efû bike, lê civak wan efû nake.”