Femînîst Ebru Dîncer: Dixwazin civakek bê hestiyar ava bikin

  • 09:20 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Femînîst aktîvîst Ebru Dînçer diyar kir  ku divê şîdeta mêr û dewletê bi giştî bê nirxandin û da zanîn ku bi  gotinên desthilatdariyê û polîtîkayên bêcezahiştinê re dixwazin civakek li dijî şîdetê bêhestiyar bê avakirin.
 
Şîdeta mêr roj bi roj zêde dibe û bi çapemeniyeke ku şîdetê teşwîq dike û mêr diparêze, piştgiriyê didin vê.  Femînîst Ebru Dîncşer da zanîn ku sedema zêdebûna şîdeta mêr, girêdayê polîtîkayên jinan ên desthilatdariyê ne û got li dijî kesên li dijî şîdet û politîkayên bêcezahiştinê zext û girtin pêk tên û bi van pêkanînan jî dixwazin civakeke bê hestiyar bê avakirin.
 
‘Mêr cesaretê ji dewletê digirin’
 
Ebruyê daxuyakirin ku li jinn her cureyê şîdeta dewlet û mêr tê kirın û gumanbarê şîdetê dizanin ku piştgiriya dewletê heye û li gorî wê tevdigerin. Ebruyê wiha dirêjî daye: “Lİ Stenbolê li metroyekê mêrekî bi çavsorî bi kêrê heqeret li jinekê kir. Ev rewş jî nîşan dide ku mêr ji hinek cihan cesaretê digirin. Bi çavsorî û wêrekiyê nêzîkatiyeke wisa, êrîşkirin, bêguman ji teşwîq û cesareta ku ji desthilatdariyê tê girtin, pêk tê.  Piştî vekişîna Peymana Stenbolê, bi biryarên hatin girtin, bandor li ser gotinên mêr û şîdeta li ser jinan bû. Mêr dibêjin ‘ez ê çend salan razêm û derkevim.”
 
‘Negirtina Musa Orhan polîtîka dewletê ye’
 
Ebruyê destnîşan kir ku piştî ji Peymana Stenbolê hatiye vekişîn şîdet zêde bûye û ev di gotinên mêran de jî xwe didin der û wiha balkişand ser negirtina Musa Oruhan: “Ev peyameke net a ji bo kujer, bersûcên tecawizê û kesê şidetê li jinan dikin; ‘Ez li pişt we me’. Vekişîna ji Peymanê û axaftinên siyasetmedaran hêzê dide gumanbaran.”
 
‘Yên li dijî şîdetê têdikoşin tên cezakirin’
 
Ebruyê mînaka Kadîr Şeker da û wiha got: “Ev tê vê wateyê ‘tevlî têkiliyên nav malbatê nebin hunê beşeke mezin a jiyana xwe di girtîgehê de debas bikin’. Ji bo kesê pêşî li şîdetê digire evqas ceza tê dayîn lê ji bo gumanbarên ku jinan qetil dikin ceza tê daxistin. Cezayê li Kadîr Şeker hatiye birîn, peyama ‘mêr dikar jê hez bike, dikare şîdetê bike, hun nekevin van sînoran’ dide.”
 
‘Polîs hewl dide jinên li dijî şîdetê tê dikoşe,  bitirsîne’
 
Ebruyê diyar kir ku bi çalakiya 25’ê Mijdarê yên li Îzmîrê ya 'Jin Bi Hev re Xurtin' de  metnek li ser gotinên jinên hatine qetilkirin dixwendi û di gotina ‘desthilatdariya siyasî gumanbaran diparêze’, mêrekî bi gotina ‘Ez vê jinê dikujim’ qiriya û got: “Piştî çalakiyê jinan ez tenê nehiştim. Polîsan ji min re got ‘ji vir biçe.’ Mêrek bi rehetî di nav bi dehan polîsî de jinê bi kuştinê tehdî dike û polîs tiştekî pê nake. Tehdîd hebû. Di qanûnan de ev sûc e. Polîsê ku dema jin devê xwe vedikin me asteng dikin, ji bo mêrê ku tehdîd dike tiştekî nake.”
 
‘Mêr serbest tên berdan’
 
Ebruyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jina rastî şîdetê tê ger ku şopek şênber li ser bedena wê tunebe, gumanbar nayen binçavkirin jî û wiha dawî lê anî: “Ger şop li ser bedena jinê tunebe raporê nadinê. Ji Peymana Stenbolê vekişîn hebe jî qanûna hejmar 6284 heye lê ev pêk nayê. Dibêjin biçe cem hevjînê xwe tiştek nabe, dişînin hawira şîdetê.”