Nobeta Edaletê di roja 26'an de ye: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin

  • 16:11 11 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Amedê dest pê kiribû di roja 26’emîn de berdewam dike. Jin û dayikên herêmê serdana xizmên girtiyan kirin û peyama têkoşîn û berxwedanê dan.
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 25’emîn de berdewam dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çûn serdana çalakiyê. 
 
'Em ê her dem li hinda girtiyan û malbatên wan bin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Yenişehirê Remziye Sizici da zanîn bernameya malbatan daye destpêkirin girîng e û wiha got:"Hem li hundur hem jî li derve tecrîdeke mezin heye. Lê koka me li ser paradîgmayeke mezin ava bûye. Em ê her dem li hinda girtiyan û malbatên wan bin."
 
'Rewşa girtiyên me her diçe girantir dibe'
 
Xizma girtiya nexweş Înci Guler wiha got:"Divê li gor qanûnê girtiyên nexweş di girtîgehê de neyên girtin. Rewşa girtiyên me her diçe girantir dibe. Divê demildest çareseriyek pêk bê. Em spas dikin ku hûn li gel me ne."
 
'Heta çareserî bê dîtin em li vir in'
 
Fevziye Kolakan jî wiha got:"Em ji bo nobeta edaletê hatin. Ji bo çare ji zarokên me re bê dîtin em hatin. Ne tenê 26 rojî 26 sal be jî em ê li doza zarokên xwe biçin. Heta Wezîrê Dadê çareseriyê bibîne em ê li vir bin."