Meclîsa Îştar: Em soz didin Garîbeyê em ê doza azadiyê tacidar bikin

  • 16:09 11 Kanûn 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi daxuyaniyekê bal kişand ser Garîbe Gezer û got: "Em dibînin ku dewleta faşîst ji zîndanan heya goristanan kevneşopiya xwe ya îşkenceyê berdewam dike. Ev yek di kesayeta hevala me Garîbe Gerzer de derket holê. Ew qasî êriş li ser jinên kurd pêkanîn tirsa ji têkoşîna azadiyê ya jinê ye." 
 
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), derbarê Garîbe Gezer de ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fîlîz Budak ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke jinên wargeha Mexmûrê, ji bo bibin dengê hevrê û têkoşera mezin Garîbe Gezer, ji bo bibin dengê têkoşîna jinan ya sedsala 21’an li vir kom bûne. 
 
Ji destpêka avabûna têkoşînê heya niha bi hezaran têkoşerên Azadiya Kurdistanê di zîndanên faşîsta dewleta Tirk de hatine qetilkirin. Em dibînin ku dewleta faşîst ji zîndanan heya goristanan kevneşopiya xwe ya îşkenceyê berdewam dike. Ev yek di kesayeta hevala me Garîbe Gerzer de derket holê. Niha li zîndanên Tirkiyeyê îşkence û nêzîkatiyên derveyî mirovahiyê berdewam dikin. Ew qasî êriş li ser jinên kurd pêkanîn tirsa ji têkoşîna azadiyê ya jina ne. 
 
Em pir baş dizanin dewlet zîndanan ji bo teslîmgirtinê ava dikin, zîndanan ji bo têkbirina têkoşînê ava dikin. Lê di têkoşîna 40 salan ya Tevgera Azadî her demê vegeran kelha berxwedanê, cihê bilindkirina têkoşînê. Zîndanan vegeran cihê nivîsandina destana azadiyê. Her cara ku dewleta Tirkiyê xwest nefesa tevgera azadiyê bi çikîne, her carê nefesa azadiyê di zîndanan de careke hilda û pêngavên berxwedana herî mezin di zîndanan de derket holê. 
 
Ji bo wê jî niha li zîndanên Tirkiyê li ser tekoşerên azadiyê hemû coreyên îşkenceyan tên meşandin. Îşkenceya li Îmralî jî hemane. Em weke jinên Kurdistanî, weke jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî soza bilindkirina têkoşînê didin. Em dibêjin rêhevala me Garîbe Gezer heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Tu hêz nikare bide îspatkirin ku hevala me Garîbe Gezer bi xwe dawî li jiyana xwe aniye, dewleta Tirk tenê ji bo bê bawerî kirinê dixwaze rupuşekê ji bo vê berxwedanê bibîne. Jinekî ew qasî berxwedêr ji malbatekî ew qasî welatparêz ne gengaze ku li beramberî van êrişan bi xwe dawî li jiyana xwe bîne.
 
Em weke şopdarên Tekoşîna Azadiya Jinan û xeta Rêber Apo soza bilindkirina têkoşînê didin û dibêjin ey şehîda nemir bila rihê te şad be û wê ev doz bi azadiyê were tacîdarkirin. Li ser şopa te bi hezaran jin cenazeye tê hilda û bi dirûşmeyên azadiye dimeşin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Şehîd namirîn" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.