Li navçeya Kerboranê ji bo Garîbe Gezer şîn hat danîn

  • 14:14 11 Kanûn 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da li cihê jê dayik bûye Kerboranê şîn hat danîn. Di şînê de dêya wê Helîme Gezer lîland û got: “Xerîba min hat qetilkirin bû bûka Kurdistanê. Xerîba min şêra Kerboranê, rêhevalê girtiyan û şervanê çiyan bû.”
 
Şîna Garîbe Gezer a di girtîgeha Kandirayê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da li cihê lê ji dayik bûye Kerboranê li mala taziyê ya mizgefta Seyît Hesen de hat danîn. Di taziyê de aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û jinên HDP’yî amade bûn. Gelek welatî jî ji bo sersaxiyê hatin mala şînê. 
 
Di şînê de wêneyê Garîbeyê û kefiya ku bi destên wê hatiye nexişandin hate rakirin û dêya wê Helîme Gezer lîland. Helîmeyê bi lîlandina xwe hemû mêvan hestiyar kir û got: “Xerîba min hat qetilkirin bû bûka Kurdistanê. Xerîba min şêra Kerboranê, rêhevalê girtiyan û şervanê çiyan bû.”
 
Wê şîn sê rojan berdewam bike.