Jinan banga 'em bibin dengê Ayselê' kirin

  • 12:57 11 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk û ji bo Garibe Gezer a hat îdiakirin ku li Girtîgeha Kandirayê xwe întihar kiriye daxuyanî da. Meclîsa Jinê banga 'em bibin dengê Ayselê' kir û got:"Berpirsê rewşa ne baş a Ayselê îtidar e."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Garibe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û ji bo Aysel Tugluk a girtî û pirsgirêkên wê yên mezin ên tenduristiyê hene civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de wêneyên Garibeyê hatin hilgirtin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê  Ayşe Acar Başaran daxuyanî da. 
 
'Pêkanînên niha wekî yên salên 80'î ne'
 
Ayşeyê da zanîn ku ev demeke dirêj e girtîgehên Tirkiyeyê wekî salên 80'ê ne û wiha got:"Em vê yekê her tînin ziman lê guhên xwe digirin. Garibeyê bi awayekî bêhiqûqî di hucreya yekkesî de girtin. Ji ber îtiraz kir ew kirin odeya bi sunger. Berê jî Garibeyê name şandibû û me ev yek li meclîsê jî anî ziman. Em mirina jineke bi muameleya ne baş ber bi mirinê ve çû wekî 'întihar qebûl nakin'.Ev pêkanînana mîna salên 80'î ne."
 
'Girtiyên nexweş bi polîtîkayên dijminatiyê tên girtin'
 
Ayşeyê bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û wiha got:"Îro bi sedan girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên dijminatiyê yên dewletê li girtîgehan tên girtin. Aysel Tugluk hevseroka KCD'ê bû. Rewşa wê her diçe xirab dibe. Em bang li îktidarê dikin û dibêjin: Dev ji bêhiqûqiya hûn dikin berdin. Aysel Tugluk wijdanê civakê ye. Berpis îktidar e. Em bang li jinan dikin û dibêjin werin bibin dengê Ayselê."