Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
- 12:10 11 Kanûn 2021
- Rojane
AMED - Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î Fatma Demîrel, piştî parvekirina "ez li kar digerim" dawî li jiyana xwe anî.
Xebatkara tenduristiyê Fatma Demîrel (48) ku li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê dixebitî û bi KHK'ê ji kar hatibû derxistin, li Amedê dawî li jiyana xwe anîn.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê medysa sanal agahiya mirina Fatmayê ragihand û pirsa "Ev întihara çendan e?" kir.
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) jî li ser hesabên xwe yê medya dijîtal, diyar kir ku zilma KHK'ê bi dawî nabe û endama wan Fatma Demîrel ji ber vê zilmê dawî li jiyana xwe aniye û got ku wê hesabê wê bipirsin.