Lêgerîna li avahiya HDP'ê ya Cizîrê bi dawî bû

  • 11:53 11 Kanûn 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Lêgerîna polîsan a li avahiya HDP'ê ya Cizîrê bi dawî bû. Her wiha li Cizîr û Silopiyê jî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
 
Polîsan, serê sibehê saet di 04.30’an de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê de girt. Hat zanîn ku ji ber lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve hatiye destpêkirin ve bi ser avahiya partiyê de hatiye girtin. Li avahiya 5 qatî de lêgerîn hat kirin.  
 
Lê gerîna ku pênc saet û nîvan dom kir de polîsan destdanî ser kompitûr û meteryalên dîjîtal, kovarên Jîneolojiyê, rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşam. Her wiha çerçeveya wêneyê Denîz Poyraz a ku di 17’ê hezîranê li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin hat şikandin. Her wiha tabloya wêneyên Dayika Taybet, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar ên ku hatin qetilkirin bi kêr hatin dirandin. Her wiha destdanîn ser wêneyên kesên ku di qedexeya derketina kolanan a 2015 û 2016’an de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa derî û paceyên avahiya partiyê hatin şikandin.
 
15 kes hat binçavkirin
 
Li Cizîr û Silopiyê jî serda girtina malan pêk hat. Li Cizîrê Asya Arslan, Hevsrokê MEBYA-Der’ê Serhat Kuçuk, rêvebirên HDP’ê yên Cizîrê Naîm Înedî û Botan Em, Mela Kazim Yîgît, Azîz Uygur, Alî Tûnç, Serhat Çatuk, Zindan Molo, Velî Ekrem, Gabar Vesek û Diyar Olmez hatin binçavkirin.
 
Her wiha ji ber ku Ozgur Kûramî ne li malê bê nehat binçavkirin. 
 
Li Silopiyê jî Delîl Urek, Nadîr Onûk û Tûncay Înal hatin binçavkirin. Her wiha ji ber ku rêvebirên HDP’ê yên Şirnexê Zozan Aksû û Agît Yîgît ne malê bûn nehatine binçavkirin.
 
Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê.