'Nobeda Edaletê' 278 roj in didome

  • 11:31 11 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 278 roj in didome. Malbatê îro ev peyam da: "Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin." 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ên ku sê xizmên mala wan di êrişa AKP’iyan ya di 14’ê hezîrana 2018’an de hatin kuştin, Nobeda Edaletê digire, di roja 278’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê çalakiya xwe îro li mala xwe pêk anîn. 
 
Malbatê îro li ser medyaya dijîtal dîmenê hatine Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu parvekir û got: "Li bajarê peyxemberan bêadaletî derketiye asta herî jor. Gel navnîşanê wek edliyê nîşanî bijartiyan dide. Em ê edaletê bi piştevaniyê pêk bînin."