Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin

  • 11:30 11 Kanûn 2021
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Cenazeyê Mîhrîban Ata ya YJA-STAR’î ku li DÊrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Dêrîka Mêrdînê hat veşartin. 
 
Cenazeyê Mîhrîban Ata (Jînda Gabar) ya YJA-STAR’î ku di 5’ê kanûnê de li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin. Malbat di saetên derengî şevê de gihişt navçeya Dêrîka Mêrdînê û ji bo ku defin bikin cenaze bir goristana navçeyê. Gelek kes beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn. Piştî vecîbeyên olî hatin pêk anîn, cenazeyê Mîhrîbanê hat veşartin.