ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 11 Kanûn 2021
  • Rojev
*Ji Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojavayê Kurdistanê Suad Hiso di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê de wiha got:"Bi salan e li dijî êzidiyan komkujî pêk tên. Niha jî dewleta tirk a faşîst her roj  pêşengên me hedef digire û dixwaze me bitirsîne. Lê bila bizanibin civaka êzidî rabûye ser piyan û em tu carî rê nadin dagirkeran ku êzîdiyan tune bikin." DÎMEN HEYE
 
*Dr. Gul Erdost da zanîn ku sedema avakirina komîsyonên sulh ên tên xwestin li herêman bên avkairin, ev e ku şîdet di nav malê de bimîne û got:"Ji ber dixwazin serê şîdetê veşêrin, kes nebîne, di nav malê de bimîne û hegomonya mêr bidome dixwazin pergalek wisa ava bikin."
 
*Jinên siyasetmedar û femînîst der barê polîtîkayên şerê taybet û kuştinên jinan de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku sûcên ku leşker dikin bi destê darazê ve tên veşartin û heman daraz jinên ku têdikoşin û girtiyên nexweş tahliye nake, tecrîdê zêde dike. BI DÎMEN
 
*M.H ya Efrînê ku neçar ma koç bike, li Stenbolê bi malbata xwe re têkoşîna jiyanê dide. Her wiha tiştên li Efrînê tên jiyîn jî bi fikar dişopîne. M.H da zanîn ku ew niha naxwaze biçe Efrînê û got welatê wan qirêj kirine. BI DÎMEN 
 
*"Garîbe teslîmiyetê qebûl nekir, li hember pergala baviksalarî, modernîteya kapîtalîst çanda berxwedan û azadiyê pejirand ji ber vê hat qetilkirin. Ev yek eşkere ye û tu gumana vê yekê jî nîne. Ji ber jina berxwedêr Garîbe li hember tevahî sepandinên dij mirovî û bê exlaq xwe radest nekir û bi exlaqê şoreşgertî tevgeriya û bû xwedî sekna jina azad." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Dayika Garîbe Gezer, Helîme Gezer a têkildarî mirina bi guman a Garîbeyê axivî diyar kir ku ew ê berpirsiyarên bûn sedema kuştina Garibeyê bê ceza nemînin û wiha got:"Dema keça min îşkence û êrişa wan a zayendî îfşa kir diyar bû ku wê bê qetilkirin. Lê belê çawa Garîbeyê bêdeng nema em ê jî bêdeng nemînin, ne jî bitirsin." DÎMEN HEYE