Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
- 08:26 11 Kanûn 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt û lêgerîn berdewam dike.
Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê de girt. Li avahiya HDP'ê lêgerîna ku berdewam dike, polîsan bi ser gelek malan de jî girt.
Di serdegirtina malan de Asya Arslan, Hevserokê MEBYA-der'ê yê Şirnexê Serhat Kuçuk û rêvebirê HDP'ê yê Cizîrê Naîm Înedî hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên ku hatin binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedema kesên binçavkirî jî nehat zanîn.
Hat diyarkirin ku hejmara binçavkirinan dibe ku zêde be.