Cenazeyê Garîbeyê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ hat definkirin

  • 22:56 10 Kanûn 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyê Garîbe Gezer a bi awayeke guman li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da li Kerboranê bi dirûşma “Şehîd namirin” hat definkirin. 
 
Cenazeyê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da ji Balafirgeha Stenbolê ber bi bajarê wê Kerbora Mêrdînê ve hat birêkirin. Cenazeyê ku li Mêrdînê hat pêşwazîkirin li Kerboranê li cem gora birayê Garîbeyê  Bîlal Gezerê ê di çalakiyên 6-8'ê cotmehê yên Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, bi dirûşma “Şehîd namirin” hat definkirin. 
 
Malbat û dayika Garîbeyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP‘ê ya Amedê Dêrsim Dag, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên HDP‘ê yên Amedê, endam û rêveberên DBP û HDP‘ê endamên MEBYA-DER‘ê tevlî merasîmê bûn. 
 
Bi sedan kes li ber mizgeftê kom bûn dirûşma "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li êrdê namîne" berz kirin. Dayika Garîbeyê li ber mizgeftê axivî û diyar kir ku bila êdî kes negirî û got: "Ez bi keça xwe serbilindim. Li pişt wê negirîn tenê tilîliyan bikişînin.”
 
Cenazeyê Garîbeyê li Goristana Seyyîd Hasan di bin dorpêça polîsan de bi dirûşmeyên girseyê hat definkirin.