'Wê dewlet û bersûcên tecawizê hesap bidin'

  • 16:46 10 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Jinan ji bo Garîbe Gezer û Aysel Tugluk li Amedê daxuyaniyek girseyî dan. Jinan destnîşan kirin ku ew ê li hemberî polîtîkayên qirêj berxwedana xwe mezintir bikin û ew ê ji dewletê û bersûcên tecawizê hesap bipirsin.
 
 Jinan derbarê mirina bi gûman a Garîbe Gezer ya li girtîgeha Kandrayê ya Hejmar 1 a Tîfa F dima ku tecawizî wê jî hatibû kirin û rewşa Aysel Tugluk de li ber avahiya Baroya Amedê daxuyaniyek girseyî dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), Însîyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Bêtlîsê, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yên navend û navçeyên Amed, Sêrtê, Êlih, Mêrdîn û Bêtlîsê,  MED TUHAD-FED, TUAY-DER, Meclîsa Ciwanan a HDP, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) û Tora Ziman û Çanda Kurdî tevli daxuyaniyê bûn.
 
Jinan Pankarta “Girtîgeh dide kuştin, Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bila serbest werin berdan” vekirin. Her wiha girseyê dirûşmên “ Dewleta kujer wê hesab bide” , “Dewleta tecawiz dike wê hesab bide” û “ Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
‘Garîbe Gezer hate qetîlkirin’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla rêvebera TUAY-DER’ a Şaxa Amedê Aslihan Bulut ve hate xwendin. Aslihan diyar kir ku desthîlatdar bi polîtîkayên taybet, şer, zext û tundiyê hemû mafan binpê dike. Aslihan, wiha axivî: “Di vê pêvajoya ku tu rêbazên hiqûqê nayên sepandin, Garîbe Gezer hate qetîlkirin. Garîbe kesayetek têkoşer bû. Herî dawî jî gava ku bi malbata xwe re axivî bû, peyama berxwedan û têkoşînê dabû. Lê Garîbe duh hate qetîlkirin! Di encama êrîşên fizîkî-zayendî yên ku her roj derdikevin lutkeyê de hate qetîlkirin. Parêzerên ku xwestin pêvajoyê bişopînin û di warê tespîtkirina bûyerê de hem di otopsiyê de hem jî di ketina girtîgehê de hatin astengkirin. Çi veşartî be divê were ronîkirin. Divê der barê wan kesên ku bûne sedema mirina Garîbeyê lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin.”
 
‘Helwesta ATKê ya li dijî Aysel Tugluk siyasî ye’
 
Aslihan di berdewamiya metnê de bal kişand ser Aysel Tugluk û wiha berdewam kir: “Tevî ku pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Aysel Tugluk bi mehan e ji raya giştî re xuya dike. Lê tevî van yekan rayedarên hikûmetê guhên xwe digrin. Lê li gorî raporên pisporan ev nexweşî rê nade ku Aysel di girtîgehê de bimîne. Her çiqas nexweşiya Aysel pêş bikeve jî ATK dibêje, "Dikare bi tena serê xwe bijî." Wek tê zanîn di pêvajoyên berê de jî hatibû xuyakirin ku ev helwesta ATKê siyasî ye! Bi sedan girtiyên wek Aysel Tûglûk ji ber raporên alîgir ên ATK’ê nayên dermankirin û di girtîgehan de tên hiştin.”
 
‘Em ê li hemberê van polîtîkayan raperîna xe mezintir bikin’
 
Salîha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê bi polîtîkayên zet îşkenceyê tê birêvebirin û got: “Tu cudahiya Kuştina Garîbe Gezer û Denîz Poyraz û Îpek Er ji hev tune ye. Em dizanin ku kujerê Garîbe Gezer dewlet bi xwe ye. Daraz bi xwe ye. Di encama van îşkence û qetîlkirinan de tu kujer nayên darizandin. Ji bo ku ew dizanin nayên darizandin polîtîkayên xwe bi rehetî didomînin. Bi awayekî berbiçav xuya dike. Bi polîtîkayên zext, tundî, yekperrestî û zayendperestiyê bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Îro li girtîgehan bi hezaran girtiyên neweş hene ku terkî mirine hatine kirin. Tevî raporên bijîşkan jî serbest nayên berdan û nayên dermankirin. Yek ji wan jî Aysel Tugluk e. Di şexsê Aysel Tugluk de tê xwestin ku ji Gelê Kurd û ji jinan tol bê hildin. Lewra îro rapora Aysel Tugluk nayê qebûlkirin. Lê belê em ê hertim li hemberê van polîtîkayên girêj gotina xwe bibêjin û têkoşîna xwe bidomînin.”