Li Wanê 'Nobeta Edaletê' di roja 2'yem de didome
- 16:24 10 Kanûn 2021
- Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbatên Girtiyan li Wanê di roja 2'yem de didome.
Malbatên girtiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê di roja 2'yem de çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin. Di çalakiyê de malbatên girtiyên nexweş Îbrahîm Alkan, Emrah Abî û Sînan Karel cih digirin. Malbatan di çalakiyê de bangewaziya piştevaniyê kirin.