Saziyên sivîl giliyê Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Xebatê kirin
- 15:33 10 Kanûn 2021
- Rojane
ENQERE - Rêxistinên Sivîl ên Civakî, têkildarî mafên jiyan û tenduristiyê giliyê Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Xebatê kirin.
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 10’ê kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de ji ber Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn ji binpêkirinên mafên tenduristiyê û mafên jiyanê berpirsyar digirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û giliyê her du wezîran kirin.
Rêxistinan di daxwaznameya xwe de xwestin ku derbarê peywîrdarên cemaweriyê yên di pêvajoya vîrûsa koronayê de li dijî peywîra xwe tevgeriyane û berpirsyaran de doza cemaweriyê were vekirin. Rêxistinên Sivîl ên Civakî piştî her du wezîr gilî kirin, xwestin li pêş edliyeyê daxuyaniyê bidin lê polîsan ew asteng kirin.