Kongra Star ji bo Roja Mafên Mirovan daxuyaniyek da

  • 14:59 10 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Kantona Hesekê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi daxuyaniyekê da.
 
Kongra Star a bajarê Hesekê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li kampa Serêkaniyê daxuyaniyek da. Bi dehan jinên kampa Serêkaniyê, endamên Kongra Star û koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê koordînasyona Kongra Star a Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hewextî Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ku ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve ji bo naskirina mafên mirovan hatiye ragihandin, em bidawîbûna hemleya xwe 'Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe' radigihînin, ku di 20’ê mijdarê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de hatibû destpêkirin.
 
Tundî û dagirkerî parçeyekî binpêkirina mafên mirovan in. Ji ber wê di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de me bi dirûşma 'Tê bikoşe! tundî û dagirkeriyê têk bibe' hemlyek ragihand. Di hemleyê de gelek çalakî hatin lidarxistin, armanc jê parastina mafên jinan û bidawîkirina dagirkeriyê bû.”