ÎHD'ê ji bo Hefteya Mafê Mirovan daxuyanî da

  • 14:34 10 Kanûn 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - ÎHD'ê di daxuyaniya ku bi wesîleya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan weşand de bal kişand ser Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kadirayê de bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi wesîleya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan li ber deriyê avahiya xwe ya li navenda Mêrdînê ye daxuyanî da. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleyên Sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê ÎHD'ê Feyzî Adsiz ve hate xwendin.
 
'Garibe Gezer rewşa Tirkiyeyê eşkere dike'
 
Feyziyê ku giringiya rojê şîrove kir bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin û wiha got:"Li Tirkiyeyê atmosferek qeyrana aborî, siyasî û civakî ya mezin heye. Di serê van de jî êrişên li ser siyaseta legal a HDP'ê û kurdan tê. Bi vê re di demên dawî de tundî, tecrît û işkenceyên li girtîgehan rû didin di rojevê de ne. Ruxmê nerazîbûnan ev nêzîkatî berdewam dikin. Duh jî Garîbe Gezer a ku beriya niha bi bûyera tundî û îstismarê re bû rojev bi awayekî bi guman mir. Ev rewşa edaletê ya Tirkiyeyê bi hemû aliyên xwe ve eşkere dike."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.