TJK-E sibê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dadikevin qadan

  • 13:40 10 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê ji bo çalakiyên ku 11'ê kanûnê bi armanca azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser çalakiya ku sibê bên lidarxistin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrişên tênekirin li dijî tevahiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê ye û hate gotin: "Di serî de CPT bêdengiya saziyên navneteweyî dibe sedem ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê van polîtîkayan bişidîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi rengekî bêperwa êrişî destketiyên Gelê Kurd hemûyan dike, bi navê Kurdayetiya azad çi hebe dixwaze tune bike. Ji ber vê yekê bêdengiya saziyên navneteweyî jî hevkariya bi vî sûcê faşîzmê re ye."
 
TJK-E'yê diyar kir ku jin, Gelê Kurd, ciwan û her kesên alîgirê nirxên mirovahiyê divê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin û got: "Yekane rêya azadiyê bi vî rengî ye. Em dibêjin, 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Rêya herî bi wate û encamgir a vê yekê kombûna li dora Rêber Apo ye."
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re 10'ê Kanûnê weke Roja Azadiyê ya Abdullah Ocalan a Cîhanê ragihand û hate gotin: "Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan a Cîhanê wê di 11'ê Kanûnê de çalakî bêne lidarxistin."
 
Di daxuyaniyê de bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bang li her kesî hate kirin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin û hate gotin: "11'ê Kanûnê li her devera cîhanê wê daxwaza azadî ji Rêber Apo re deng vede."