Jinan ji bo mirina Garîbeyê got 'Ev cînayet e!'

  • 12:54 10 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Marta Sömek
 
STENBOL - Jinên ku cenazeyê Garîbe Gezer a bi awayek guman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da ji morgê bi dirûşma "Şehîd namirin" wergirtin gotin: "Garîbe bi piştevaniya ku hatî kirin ber bi başbûnê ve diçû. Kesek li bendê nebû. Em matmayî man. Her wiha em dipirsin kesek heke di hicreyê de be gelo dê çawa dawî li jiyana xwe bîne? Ev tişt nakeve serê mirovan."  
 
Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê dima û berê jî gardiyanan tecawizî wê kir û îşkenceya zayendî lê hatibû kirin, duh di hucreya lê dima de bi awayê bi gûman mirî hat dîtin. Otopsiya ewil ya Garîbeyê jî li Saziya Tipa Edlî bêyî parêzerên wê hat kirin û derbarê sedema mirina wê de di raporê de cih negirt.
 
Herwiha ji serê sibehê zû ve ji bo ku cenazeyê Garîbeyê bigirin parêzerên wê, endamên MA-TUHAYDER'ê, aktîvîstên TJA'yê û rêxisitnên HDP'ê yên bajar û navçeyan  ji bo ku biçin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kocaeliyê derketin rê. Girseya ku hat ber girtîgehê di lêgerînê re hat derbaskirin. Girse li ber ATK'ê bi dirûşma "Şehîd namirin" cenazeyê Garîbe girti nû ber bi balafirgehê ve çûn. Jinên ku li ber ATK'ê kombûn derbarê Garîbeyê de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Hûn çi ji wan ciwanan dixwazin?'
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, diyar krir ku mehek beriya niha hevdîtin bi Garîbeyê re pêk anîne û got: "Beriya wê jî Jiyan Tosun hevdîtin pêk anîbû. Garîbe jineke kêyfxweş bû, di têkoşînê de bi biryar bû û tu carî îteat nedikir. Teşebûsa yekem a xwekuştinê ye. Li odeya singer de ji ber îşkenceya ku pêk hatî hewl dabû ku dawî li jiyana xwe bîne. Garîbe ne kesek wisa ye ku hewldana wê ya xwekuştinê hebe. Di hevdîtina dawî de bi biryarbû û jinek têkoşer bû. Hefteyek beriya niha bi rêya telefonê ji xwişka xwe re axivîbû û gotibû 'Rewşa min baş e û 5 roj şûnde dê cezayê min a hicre biqede' Ev rêbaza hicreyê ji bo girtî dawî li jiyana xwe bînin tê bikaranîn. Li vir pirsgirêka sereke, jixwe girtî di li girtîgehên ku wek hicre hatî avakirin de dimînin. Bi rastî ji bo herkes jiyana xwe ji dest bide ev rêbaz tê bikaranîn. Wekî din tiştek din nayê hişê mirovan. Ev kes ciwan in, hûn çi ji wan dixwazin û dixin hicreyan."
 
'Ev mirineke bi guman e'
 
Eren destnîşan kir ku kesek li benda xwekuştina wê nebû û wiha bi lêv kir: "Parêzer Jiyan Tosûn û Jiyan Kaya dê bi sê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) dê daxwaza dîmenan bikin. Xwekuştin li girtiyan tê ferzkirin. Ev mirin mirineke bi guman e. Bûne sedema mirina wê. Li girtîgehê gelek girtî wek Garîbeyê ne û întîhar li wan tê ferzkirin. Şert û mercên li vir gelekî xirab in. Lê divê bê zanîn ku em dev jî wê bûyerê bernadin. Garîbe bi piştevaniya ku hatî kirin ber bi başbûnê ve diçû. Kesek li bendê nebû. Em matmayî man û xemginîn. Her wiha em dipirsin kesek heke di hicreyê de be gelo dê çawa dawî li jiyana xwe bîne? Ev tişt nakeve serê mirovan." 
 
'Çima Garîbe xistin hicreyê'
 
Eren, da zanîn ku kesekî ku hewldana wê ya xwekuştinê hebe çima dixin hicreyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesek wek Garîbe ya ku digotin hewldaye dawî li jiyana xwe bîne çawa dixin hicreyê. Çima heman tiştî lê didin jiyîn. Ev tişt ne li gorî aqilê mirovan e. Ev encameke herî bi êş a girtîgehan e." 
 
'Em bi tu awayî bawer nakin...'
 
Hunermend Pinar Aydinlar jî diyar kir ku ji xwekuştina Garîbeyê matmayî mane û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em bi tu awayî bawer nakin. Garîbe dawî li jiyana xwe neaniye. Garîbe ji ber berxwedana xwe bi êrişan re rûbirû ma. Me îro rastiyek din dît ku hevalên me, rêhevalên me li girtîgehan bêxwedî ne.? Bi gotina xwekuştiye dixwazin ser bûyerê bigirin. Em dizanin zilmê li girtiyên siyasî dikin. Em tu carî malbata Garîbeyê bi tenê nahêlin. Em ê şopdarê vê mijarê bin. Em ê hesabê bipirsin."
 
‘Em ê şopdarê mijarê bin' 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dîlşat Canbaz, destnîşan kir ku derbarê rewşa Garîbeyê de pirsnameyak dabûn Meclîsê û wiha bi lêv kir: "Em ji mirina Garîbeyê bi guman in. Em wek mirineke bi guman digirin dest. Em nizanin di hicreyeke yek kesî de çi bû, çi hat serî, çawa jiyana xwe ji dest da? Berpirs Wezareta Dadê û Wezareda Karê Hindûrin e. Em ê şopdarê vê mijarê bin." 
 
‘Tiştên ku pêk hatî ne tesadifû ye' 
 
Endama Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk, daxuyand ku Garîbe şîdet û îşkenceya ku pêk hatibû anîbû ziman û got: "Garîbe li hemberî şîdet û işkenceya dewlet û mêr, hêza xwe ya têkoşînê nîşan dabû. Garîbe li gel îşkence, tecrîd û tecawizê têkoşîna xwe domand. Me ji medyaya dijîtal rewş û têkoşîna Garîbeyê dişopand. Ji bo me xwekuştina Garîbeyê di hicrê de bi guman e. Em bawer nakin. Heke em wek xwekuştin bigirin dest jî dîsa ev tişt lê hatiye ferzkirin û dibe cinayet. Tiştên ku pêk hatî ne tesadufî ne û her tişt bi plan û pergalî pêk hatiye. Li hemberî dawî anîna jiyanê li girtîgehan polîtîkayek heye. Heke jinek ji ber şîdeta mêr-dewletê dawî li jiyana xwe anîbe jî, em çawa ji bo Mûsa Orhan dibêjin kujer e, em ji bo kesên ku tecawiz û îşkence kirinê jî dibêjin kujer."