Ji jinan bang: Aysel Tûglûk ne bitenê ye

  • 12:28 10 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê û TJA'yê derbarê Aysel Tugluk a ku bi nexweşiya Demansê ye û ligel rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" li girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimîne de daxuyanî da. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku biryara ATK'ê siyasî ye û Aysel Tugluk ne bi tenê ye. 
 
Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê Aysel Tugluk a bi nexweşiya Demansê (nexweşiya jibîrkirinê) ku li gel rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiya Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Aysel Tûgûk rûmeta me ye, divê demildest bê berdan” hat vekirin. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag ve hat xwendin.
 
Sabûha, bi bîr xist ku Aysel Tûglûk a ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin û ji aliyê parêzerên wê ve jî hatiye aşkerakirin ku bi nexeşiya Demansê Sabuha di berdewamiyê de wiha got: “Di raya giştî de jî derbas bû ku Tûgluk pirsgirêkên tendûristiyê dijî; lê belê îqkîdar çav û gûhên xwe girtine. Li gor raporên pisporan ji ber vê nexweşiyê Tûglûk nikare di girtÎdehê de bimîne. Sedema nexweşiya Ayselê ji ber polîtîqayên asîmîlasyon, îmha û înkarê ye.  Ji ber ku dema Tûglûk di girtîgehê de bû hîn saleke wê nebû dayika wê Hatûn Tûglûk jiyana xwe ji dest da. Tûglûk dema ji girtîgehê ji bo tevli merasîma cenaze bibe anîn jî nijadperestan bi kevir û daran êrîş kir. Aysel Tûglûk jî bu şahidê van bûyeran û hemû pêkanînên li hemberî cenazeyê dayika xwe bihîstin. Van êrîşan bandoreke mezin li ser Ayselê kir.”
 
‘Sekna ATK’ê siyasî ye’
 
Sabûha, bal kişand ser rapora Saziya Tipa Edelî (ATK)  ya “dikare jiyana xwe bi tenê îdame bike” û got nexweşiya wê her ku diçe pêşve diçe û wiha dom kir: “Wekî di demên pêş de jî em dizanin sekna ATK’ê sekneke siyasî ye. Ji ber vê yekê ji girtîgehan cinazeyên girtiyên nexweş derdikevin. Sedema nexweşiya Tûglûk yekane îqtîdar bi xwe ye. Îqtîdara ku siyaseta mirin û şer dimeşîne, bi polîtîqayên xwe yên qirêj hewl dide li ser piyan bimîne. Bi girtin û dîlgirtinê dixwazin têkoşîna jinê asteng bikin û jinan ‘bêbîr’ bihêlin.”
 
‘Aysel Tûglûk ne bitenê ye’
 
Sabûha, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber têkoşîna rûmeta jinê ew ê nikaribin jina bêbîr bihêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aysel Tûglûk jî vê têkoşîna rûmetê didomîne. Îro gotina ‘ji bo Aysel Tûglûk edalet” tê wateya parastina têkoşîna azadiya jinê.  Divê Aysel Tûglûk demildest bê berdan. Ger tiştek bibe berpirsyarê wê Wezîrê Dadê bi xwe ye. Em ji vir bang dikin; Aysel Tûglûk ne bitenê ye. Li pişt wê rêxistinek xurt ya jinan heye. Em ê bi yekitî û piştgiriya jinê siyaseta jiyandinê biparêzin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.