Garibe Gezer a îşkence lê hat kirin bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 19:18 9 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de dima, bi guman  jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Garibe Gezerê xwe kuştiye. 
 
Girtî Garîbe Gezer ku di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de dima jiyana xwe ji dest da. Rêvebiriya girtîgehê xeber da malbatê û îdia kir ku Garibe xwe kuştiye. 
 
Parêzer Eren Keskîn jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt gotin: "Bîskek berê me ji Girtîgeha Kandirayê xeber stend ku muwekîla me Garîbe Gezerê xwe kuştiye. Ew mexdûra îşkenceyê bû. Cezayê wê yê hucreyê hebû. Midûrê girtîgehê telefonî xwişka wê kir, mixabin Garîbeya me çû. Parêzer Jiyan Tosûn û Parêzer Jiyan Kaya diçin cem wê."