ÎHD û TÎHV rapora xwe ya 11 mehan aşkera kir

  • 15:35 9 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - ÎHD û TÎHV rapora xwe ya 11 mehên dawiyê aşkera kir û diyar kir ku 915 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), bi minasebeta 10 -17'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan rapora bi sernavê “Binpêkirina Mafê Mirovan a Sala 2021’ê ya li Tirkiyeyê” eşkere kir. Rapor li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê hat aşkerakirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Rêveberê TÎHV’ê Nîhat Bulut beşdarî daxuyaniyê bûn. Rapor Ji hêla Oztuk Turkdogan ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "D sala 2021’ê de gelek binpêkirinên mafan qewimî ne. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û li gelek girtîgehan tecrîd û zext hene û mafên girtiyan tên binpêkirin. Di 11 mehan de 9 kes bi îdiaya li hişyariya polîsa û leşkeran a “raweste” guhdar nekirine jiyana xwe ji dest dane û maşîneyên zirxî bûye sedema mirina 4 jê zarok li 6 kesan. Di 11 mehan de li girtîgehan ji ber nexweşîn, întîhar, tundî û hincetên cuda 22 kesî jiyana xwe ji dest daye. Di van 11 mehên sala 2021’ê de herî kêm 290 jin hatine kuştin. 
 
Di sala 2021’ê de operasyona ku li Başûrê Kurdistanê û li cihên cuda de hatî kirin de 50 leşker û cerdevan hatine kuştin û 4 sivîl û 177 milîtan jiyana xwe ji dest daye û bi giştî 231 kesî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di 11 mehên salê de 915 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane û van kesan serî li TÎHV’ê dane û li gorî daneyên ÎHD’ê jî 415 kes li cihê binçavkirinê bi îşkencekirinê re rûbirû mane û di encama mudaxileya li dijî çalakî û daxuyaniyên demokratîk û aştiyane de jî 3 hezar û 671 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane."