Li Wanê jî xizmên girtiyan dest bi 'Nobeta Edaletê' kirin

  • 15:26 9 Kanûn 2021
  • Rojane
 
WAN - Xizmên girtiyan li Wanê ji bo girtî serbest bên berdan dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Malbatan ji bo beşdariya çalakiya xwe bang kirin. 
 
Xizmên girtiyan li Wanê ji bo girtî serbest bên berdan dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Li Eywana Konferansê ya Tahir Elçi ya Baroya Wanê malbatên girtiyên nexweş Îbrahim Alkan, Emrah Abi û Sinan Karel ji bo nobetê bang li hemû xizmên girtiyan kirin. 
 
'Ji ber ku kurd e hatiye girtin'
 
Hevsera Îbrahim Alkan, Dilşah Alkan di çalakiya nobetê de axivî. Dilşahê wiha got:"Hevserê min nexweş e û niha nikare di girtîgehê de bimîne. Ez dixwazim vê gavê bê berdan. Hevserê min ê bi nexweşiyên diyabet û kolestrolê ye ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber ku tenê kurd e ew girtiye. Em dixwazin edalet bê cih. Ew ê heta ku derê me ceza bikin. Hevserê min tenê ji ber fikra xwe gotiye girtiye."
 
'Beşdarî nobeta me bibin'
 
Dayika girtiyê nexweş Emrah Abi, Asya Abi wiha got:"Lawê min ev 10 sal in di girtîgehê de ye û ev 66 sal in ceza danê. Bê sûc tê girtin. Ez hem daxwazim lawê min hem jî girtiyên din ên nexweş bên berdan. Ez tenê dixwazim edalet bi cih were. Em çiqas zêde bibin dê daxwaza me ya edaletê ewqas zêde bi cih bê. Beşdarî nobeta me bibin. "
 
Dayika Îbrahim Karel, Zeynep Dayan banga berdana kurê xwe kir û wiha got:"Ya li me tê kirin zilm e. Ez hemû kesî vedixwînim nobetê."