Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê êrişa li hemberî Şengalê şermezar kir

  • 14:57 9 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê êrişa ku li hemberî Şengalê pêk hatî şermezar kir û got: "Em bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku li hemberê wan sûcan bisekinin, erka xwe ya mirovî pêk bînin." 
 
Di encama êrişa li hemberî Şengalê de Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Jinên Êzidî li ber avahiya Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê Newroz Edo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên dewleta Tirk û hedefgirtina rêveberên êzidî didome, sedema wê jî kîna li dijî civaka êzidî û ragihandina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca planên dewleta Tirk ew e ku Rêveberiya Xweser û sîstema demokratîk tune bike, îradeya civaka êzidî li Şengalê bi rêya topbaran û kuştina rêveberan bişikîne ku herî dawî jî Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan qetil kir. 
 
Yekitiya Jinên Êzidî di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember wan sûcan bisekinin, erka xwe ya mirovî pêk bînin da ku êriş bên bidawîkirin.