'Nobeta Edaletê' di roja 276'an de ye

  • 14:57 9 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emînê û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 276'an de dewam dike. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan ji aliyê parêstvan û xizmên parlamenterê AKP’ê ve di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê hatibûn kuştin, di roja 276'an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike û ji bo vê yekê nobetê digire. 
 
Li ser talîmata Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bo teşhîsê Emîne û Ferît Şenyaşar çûn Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Organîze û Qaçaxçiyê ya Emniyeta Rihayê. Parêzerên Emîne û Ferît Hidayet Enmek jî li gel wan çû îfadeyê.