MEBYA - Der li Cizîrê kongreya xwe pêk anî

  • 14:33 9 Kanûn 2021
  • Rojane
ŞIRNEK - MEBYA-Der li Cizîrê kongreya xwe ya asayî  pêk anî.
 
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Şirnexê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê bi dirûşma “Bi rihê yekîtiya neteweyî dem dema azadiyê ye” 1’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Hevserokê Giştî yê MEBYA-Der’ê Şeyhmûs Karadag, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û sedan kes tevlî bû. Li eywana ku kongre pêk hat de pankarta “Bi xeyalên cangorîyan em xwe bi rêxistin dikin” ve “Hûn bi xêr hatin kongreya asayî ya yekemin!” hat daliqandin.
 
Di serî de Hevserokê Giştî yê MEBYA-Der’ê Şeyhmûs Karadag, axivî û anî ziman ku li ser gelê kurd 40 sal in şerê qirêj tê meşandin û wiha axivî: “Divê pêvajoyê de malbatên ku zarokên xwe winda kirin cenazeyên wan wernegirtin.”
 
‘40 sal in şereke qirêj tê meşandin’
 
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û û got: “Pêşeroja Gelê Kurd û ji bo statûya xwe têkoşîna ku didin her ku diçe mezin dibe. Ji bo çareserkirina qeyrana li Tirkiyeyê divê yekem pirsgirêka Gelê Kurd bê çareserkirin. Erdogan dibêje 'nikarin mitîng li dar bixin'. Em ji Erdogan re dibêjin bila were Botanê heman rojê û heman saetê mitîng li dar bixin û em bibînin."
 
Hevserokên MEBYA-Der’ê Mevlude Gunden û Serhat Kuçuk hatin hilbijartin.
 
Kongre, bi dirûşmeyên “Şehît namirin”, “Bê serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.