TMMOB’ê serdana Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan kir

  • 16:51 8 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Endamên TMMOB’ê serdana Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan kirin, bang li Wezîrê Dadê kirin û gotin: “Girtiyên nexweş li hepsan terkî mirinê hatine kirin, ev sûc e. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vê yekê wek sûc dibîne. Divê hûn demildest dest ji vî sûcî berdin."
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayê berdan ji bo ku girtiyên nexweş û cezayê wan qediyaye werin berdan, li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirine. Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de berdewam kir. Endam û rêveberên Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyarênû Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Amedê serdana malbatan kirin. 
 
Sekreterê Koordînasyonê Dogan Hatûn di serdanê de axivî û polîtîkaya li girtiyên nexweş tê sepandin wek “zilmê” nirxand û wiha got: “Di dinyayê de tiştek wiha nîne. Li tevahiya dinyayê sûc çi dibe bila bibe, mafê mirovan esas têgirtin. Li Tirkiyê di yasayan de hebe jî lê dema mijar dibin kurd ev yasa nayên xebitandin. Van yasayan bêtir dikin wesîleya zilmê. Îro zilm derketiye asta herî zor. Ji bo tedawiya girtiyên nexweş were kirin, divê werin berdan. Em pir eşkere gazî Wezîrê Dadê dikin. Bizanibe ku tu sûc dikî. Di şexsê Wezareta Dadê de tu sûc dikî. Girtiyên nexweş li hepsan terkî mirinê hatine kirin, ev sûcek qanûna bingehîn e. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê vê yekê wek sûc dibîne. Divê hûn demildest dest ji vî sûcî berdin.” 
 
Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler jî ji kesên hatin serdanê re da zanîn ku hevjînê wê hişê xwe winda kiriye û ji bîra dike ku avê jî vexwe. 
 
Încî Guler a ku birayê wê girtiyê nexweş e jî diyar kir ku li girtîgehan tu demê zext û tundiyek wiha nedîtine û ew naxwazin cenazeyê wan ji girtîgehan derkeve. 
  
Rabî Ataş a dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş a ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin jî anî ziman ku neberdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye li dijî aqilan e û got: “Jixwe li Tirkiyê edalet nebû. Niha jî muameleyên kêfî dikin. Heke keça min ne ciwan bûya ji zûve cenazeyê wê derketibû. Tedawiya wê nayê kirin. Hindik maye ku dilê wê îflas bike. Heke li dervebûya me yê wê derman bikira. Lê li wir nayê dermankirin.”