HDP'ê li Mêrdînê tecrîd şermezar kir

  • 16:16 8 Kanûn 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina HDP'a Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn de wiha hat gotin : "Şikandina tecrîdê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan di asta mifteyê de ye."
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniya ku li pêş avahiya HDP'ê ya Bajar hat dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin" hat vekirin û dûrişma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Serokê HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku tecrîd berbelavî her qada jiyanê bûye. Daxwaza derxistina ji qada siyasetê û hewldanên tasfiyekirina me jî berdewama polîtîkaya tecrîdê ye."  
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şikandina tecrîdê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan di asta nifteyê de ye û ev bang hat kirin: "Hemû kesên ku ji bo Tirkiyeyê alîgirên aştiyê ne û saziyên navneteweyî divê ji bo rakirina tecrîdê bikevin nav hewldanan."
 
 Daxuyanî bi çepik û dûrişman bi dawî bû.