Mamostayên Başûrî daxwaza mafê xwe kirin

  • 16:11 8 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamostayên bi peyman ber derê Desteya Wezîran çalakiyek li dar xistin û daxwaza tayinkirina xwe kirin. 
 
Nerazîbûna mamostayên bi peyman li Herêma Federal a Kurdistanê dewam dike. Mamostayên bi peyman dixwazin werin tayînkirin, lê hikûmet tu gavek navêje. Li ser vê yekê îro mamosta li Hewlêrê li ber derê Desteya Wezîran daxuyaniyek dan.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mamostayên wargehên Dihokê li seytereyê hatin astengkirin û nehêlan tevlî çalakiyê bibin. Em dixwazin tazmînata amostayên di wargehan de were dayîn, ji ber ku erkên xwe bi başî rêve dibin. Em bang li Wezareta Darayî dikin da ku di bernameya wezaretê de çarenûsa me jî diyar bike.”
 
Her wiha mamostayên ku ji Dihok, Koye û Silêmaniyê ji bo daxwaza mafê xwe bikin bi rêketibûn, hatin astengkirin.