Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê şermezar kir

  • 16:04 8 Kanûn 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê ya herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê şermezar kir.
 
Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê ya herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên ku duh li ser Şengalê pêk hatiye û di encamê de hevserokê Meclîsa Rêveber a Şengalê jiyana xwe ji dest da şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya Êzidiyan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hemû endamên Yekîtiya Êzidiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star beşdar bûn. Wêneyên pakrewan Merwan Bedil û alên Yekîtiya Êzidiyan di daxuyaniyê de hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Fadîle Yûsêf ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
Berdewamiya kuştina rêberê şengalê Azad, berdewamiya jenosîda li ser Êzidiyan e. Dewleta tirk a dagirker di 7'ê Mijdara 2021'ê de erebeya Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Şengalê birêz Merwan kir armanca xwe. Dewleta tirk a dagirker bi israr li ser rola xwe ya dîrokî ya di qirkirina gelê Êzidî de bi her awayî bi rêbazên hov berdewam dike. Israra dewleta tirk a dagirker bi rêbazên tirsonek bi hedefgiritina pêşengên civaka azad a Şengalê, nayê qebûlkirin û divê demildest raweste. Civaka Êzîdî girêdayî axa xwe ya dîrokî ye. Em Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê,  van kiryarên tirsonek ên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin.
 
Pêwîst e civaka navneteweyî rasterast sûcên dewleta tirk ên li dijî gelê me yên di dema dawî de lêkolîn bike. Pêwîst e hemû gelên azadîxwaz li hember terora Tirkiyeyê bibin bersiv. Divê hemû gelê Êzidî li herêmê û li ser asta navneteweyî ji bo eşkerekirina sûcên dewleta tirk a dagirker li dijî êzidiyan li ser piya bin û divê kampanyayeke mezin ji bo Êzidiyên ku bi destên dewleta tirk rastî qirkirnê hatine, bidin meşandin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.