Şengalî li dijî êrîşan meşiyan

  • 13:27 8 Kanûn 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şengalî piştî cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel li çiyayê Şengalê oxir kirin, bi dirûşmên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Xweseriya Şengalê” li Sinûnê dest bi meşeke girseyî kirin. Girseya gel a bihêrs bi dirûşman êrîş şermezar kirin.
 
Şengalî li dijî êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê meşeke girseyî li Sinûnê li dar xistin. Girseya ku ji şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş ya li çiyayê Şengalê vegeriya, ber bi bajarokê Sinûnê ve dest bi meşê kir. Hejmareke zêde ya jinan li refên pêş meşiyan.
 
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ê bavê çar zarokane duh di encama êrîşa balafira bêmirov ya dewleta tirk de şehîdbû.
 
Rêveberiya Xweser ji van êrîşên Tirkiye hikûmeta Iraqê û PDK’ê berpirsyar digire.