Kongreya Star derbarê êrişên li ser Şengalê de daxuyanî da

  • 12:31 8 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star di daxuyaniya li ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Şengalê de diyar kir ku  ev êriş jî her li ber çavên dinyayê tê kirin, lê mixabin dema êriş li ser gelê kurd û projeya wan pêk tên saziyên mafên mirovan û hêzên navnetweyî lal dibin.
 
Kongreya Star bi daxuyaniya ku da êrişa li Şengalê şermezar kir û got:"Şehadeta pêşengan israr û hêza me ji bo tolhildan û serxistina projeya rêveberiya xweser xurttir dike."
 
Kongreya Star di destpêka daxuyaniya xwe de got: "Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina statuya xweseriya demokratîk êrişên dewleta tirk nehatiye rawestandin, heya vê kêliyê êrişên wan berdewam dikin, pêşengên projeya Rêveberiya Xweser dikin hedefa êrişên xwe. Her kes vê polîtîkaya dewleta tirk a dagirkeriyê, ya qirkirin û desteserkirinê dizane, ev êriş jî her li ber çavên dinyayê tê kirin, lê mixabin dema êriş li ser gelê kurd û projeya wan pêk tên saziyên mafên mirovan û hêzên navnetweyî lal dibin."
 
Kongreya Star da zanîn ku êrişa li dijî Yûsif Gulo û neviyên wî jî bi heman armancê pêk hatibû û wiha diyar kir: "Gelê Êzîdxanê bi biryara xwe bi rêve bibin û êdî li hember qirkirinan xwe biparêzin, rêveberiya xwe ya xweser, artêşa xwe û asayîşa xwe ava kir û îro dîsa bi qirkirinê re rû bi rû tên.
 
Eger îro ev êriş di kesayeta şehîd Merwan Bedel Xwedêda de hat kirin, tê wateya ku dewleta tirk projeya rêveberiya xweser qebûl nake û bi her awayî  metirsiyên wê hene ku fikirekî demokrat belav bibe û tevahî gelên azadîxwaz jî pêşengiyê jê re bikin, êdî bi van êrişan dixwazin tirsê di dilê gel de çêkin."
 
Kongreya Star wiha lê zêde kir: "Em êrişa dewleta tirk a li ser Şengalê û armancgirtina hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şermezar dikin, her wiha em hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê jî şermezar dikin ku ezmanê wê vekirîye û di nava xwe baregehên dewleta tirk dihewîne û li beramber van kiryaran bê deng e.
 
Dîsa em dibêjin şehadeta pêşengan israr û hêza me ji bo tolhildan û serxistina projeya rêveberiya xweser xurttir dike.
 
Sersaxî ji malbata şehîd Merwan Bedel Xwedêda û tevahiya gelên Êzîdxanê re."