Li Mexribê ji bo jinan stargeh dê bên vekirin

  • 12:29 8 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Wezareta Yekbûna Civakî û Malbatê ji bo ku cîhên profosyonel vebike û xwedî li hemû jinên Mexribê yên ku  şîdet li wan hatiye kirin derkeve, plan dike ku stargehan ji wan re çêbike.
 
Di 6'ê Kanûnê de Wezîra Wezareta Yekbûna Civakî û Malbatê Ewatif Heyar  diyar kir ku  ew ê  ji bo cîhên profosyonel vebike û xwedî li hemû jinên Mexribê yên ku  şîdet li wan hatiye kirin derkeve, plan dike ku stargehan ji wan re çêbike. Herwiha Ewlatîfê diyar kir ku ew ê wezaret xwedî hemû jinên Mexribî yên ku şidet li wan  hatine kirin derkeve.
 
Li gorî nûçeya Ajana nûJINHA'yê Ewatif di bersivdayîna pirseke derbarê mijara zêdebûna tundiya li ser jinan a ku ji aliyê koma Parlamentoyê Dad û Pêşketinê ve hat pêşkêşkirin de jî wiha got: "Di destpêka sala 2022'yan em ê ji bo pêşxistina sîstema stargeh û navendên lênêrînê ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine, dest bi çêkirin û amadekirina komek saziyan ji bo jinan, bixebitin bikin.Her wiha ji bo bêhêzkirina jinan di warê aborî de jî em ê bixebitin."
 
Ewatif diyar kir ku wê Wezaret li ser amadekirina siyaseteke niştîmanî ya yekgirtî ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan jî bihebite. Her wiha got ku gelek qanûn ji bo parastina jinên li Mexribê hene lê pêkanîna wan pir lawaz e.