ROJEVA 08'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 8 Kanûn 2021
  • Rojev
 
* Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsîm Dag destnîşan kir ku tecrîd polîtîkaya herî mezin a şerê taybet e û got: “Heger sînorên polîtîkayên şer ên taybet tune be wê demê divê sînorên me hebin. Divê em sînorên xwe diyar bikin û hebûna bizanibin. Xwedî li têkoşîna xwe derkevin." BI DÎMEN 
 
*Parêzer Sedef Akaydin diyar kir ku bi dewrkirina karên teslîmkirina zarokan a wezareta dadê re, sererastkirina hatiye kirin çareseriyê pêk nayne û wiha got: “Ewlehiya canê dê û zarokê, bi dayîna ‘mafê welayetê’ nikare bê paşguhkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Der barê endama Komeleya Jinan a Rosa û Meclîsa Şaredariya Baglarê Panayir Çelîk de, dozger bi hinceta ‘endama rêxistinê ye’ 15 sal ceza xwest.
 
*Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Feleknas Uca ya ku biryara AK BK'ê ya Îmraliyê nirxand diyar kir ku îktidar li dijî siyaseta aştiyê di ya şer de israr dike û wiha got:"Kesên dibêjin 'pêvajoya çareseriyê me rakir sarincê' deriyê morgan vekirin. Li Ewropayê azadî tê xwestin lê Tirkiye tecrîdê diaxive." BI DÎMEN