Li Rihayê belavkirina belavokên li dijî hişbirê qedexe ye

  • 14:53 7 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Walîtiya Rihayê belavkirina belavokan a ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve qedexe kir. 
 
Di çarçoveya kampanyaya "Em dawî li hişbirê bînin û jiyaneke nû ava bikin" de li Rihayê endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin belavokan belav bikin. Rêxistina HDP'ê ya Rihayê di 18'ê Cotmeha 2021'ê de serî li walîtiyê da û xwest li dijî bikaranîna hişbirê belavokan belav bike. Walîtiyê bersiv neda û li ser vêya cara duyem serlêdan hat kirin. Di bersiva duyem de hat gotin belavkirina belavokan hatiye qedexekirin. 
 
Li gor biryara di 4'ê Kanûnê de ji Muduriyeta Emniyetê û Komutantiya Jandarmayê ya Bajêr hat teblixkirin di 6'ê Kanûnê de ji HDP'ê re hat teblîxkirin.