'Nobeta Edaletê' di roja 274'an de ye: AKP hebe edalet tune ye

  • 13:08 7 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar, di roja 274'emîn de ye. Emîne û Ferît ev peyam parve kir: "Kesên edaletê tune dikin mehkûmî tunebûnê ne. AKP hebe edalet tune ye."
 
'Nobeta Edaletê' ya ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpekirin di roja 274'emîn de berdewam dike. Malbata hat ber edliyeyê dowiza "Tenê em edaletê dixwazin" hilgirt. 
 
Malbatê ji ser hesabê medyaya dîjîtal wiha got:"Di rojevê de buhabûna jiyanê heye. Zem heye. Mirov dikare bi hawekî serî bi vêya derxe. Ji bo hûn alîgirên xwe û parlamenterê xwe biparêzin we daraz tune kir. Bingeha dewletê edalet e. Kesên edaletê tune dikin mehkûmî tunebûnê ne. AKP hebe edalet tune ye."