Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Ne bi telefonê, hevdîtina rûbirû

  • 09:04 7 Kanûn 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Malbatên Girtiyên li Îmraliyê li dijî tecrîdê ketin nav liv û tevgerê û tirs û fikarên xwe anîn ziman. Xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan, diyar kir ku dixwazin girtiyên xwe bibînin û got: "Hevdîtin heqê me ya bingehîn e. Ne bi telefonê, em diwazin girtiyên xwe rûbirû bibînin. Di çi rewşê de nin, rewşa wan a tenduristiyê çi ye em nizanin."
 
Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê parêzeran di 22'yê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana "hevdîtina lezgîn" kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12'yê cotmehê de ji bo 6 mehan li Abdullah Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18'ê tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran. 
  
Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ku ji çavdêrîkirina biryar û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e û her ji sê mehan carekê dicive, di navbera 30'ê mijdar û 2'yê kanûnê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê civiya. Komîteyê piştî civîna 3 rojan derbarê biryara ‘Ocalan-2’ û derbarê kesên di heman rewşê de girtî ne de, agahî xwest. Komîteyê bang li rayedarên li Tirkiyeyê kir ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'an li ser pêşketinên di pêkanîna tedbîrên giştî de agahiyan bidin. 
 
Malbatên girtiyên li Îmraliyê di 1’ê kanûnê de li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: "Divê tecrîd bi dawî bibe û em bang li hemû saziyên rayedar ên ji mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê berpirsyar in dikin ku di mijara tecrîdê de hestiyar bin." Têkîldari mijarê malbatên Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar axivîn.
 
Veysî Aktaş tenê 3 caran bi malbatê re hevdîtin pêk aniye
 
Veysî Aktaş, 26 sal in girtî ye. Di sala 1994 an de li Stenbolê hat girtin. Veysî Aktaş, ji roja ku sewqî girtîgehê hatiye kirin ve tenê 3 caran bi malbatê re hevdîtina vekirî pêk aniye û carek jî bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Hevdîtina vekirî ya herî dawî ya bi Veysî re di 3’yê adara 2020’an de ji ber şewata li Grava Îmraliyê çêbûbû, pêk hatibû. Axaftina bi telefonê jî di 27’ê nîsana 2020’an de pêk hatibû. Ji 3'yê adara 2020'an ve malbatan ji bo hevdîtinê bi dehan caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin. 
 
'CPT'ê erka xwe neanî cih'
 
Xwişka Veysî, Sabîha Aslan têkîldarî mijarê axivî û balê kişand li ser biryara Konseya Ewropayê. Sabîha detnîşan kir ku ew heya dawiya sala 2022'yan naxwazin bisekinin. Sabîha, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em biryarek bi lez dixwazin û muxatabek cidî dixwazin. Em ji ber rewşa heyî di nav fikaran de ne û dibêjin gelo ew dijîn an na. Bi taybetî ez bang li Ewropayê dikim ku bila bi nêzîkatiyek cidî li ser mijarê bisekinin. Rapora CPT'ê jî tenê ji bo ku tiştek hatiye kirin were nîşandan hat amadekirin. CPT'ê erka xwe neanî cih. Rewşa li Îmraliyê tim taloq dikin û hincetan dixin pêşiya me.”
 
Sabîha diyar kir ku li Îmralî 23 sal in tecrîdek berbiçav heye û li dijî bêhîqûqiyê tu rayedar peywirên xwe nayinîn cih û got: "Derbarê rewşa Îmraliyê de ji Wazereta Dadê bigire heya Wazereta Tenduristiyê berpirsyar e. Her wiha Wezareta Civakî û Malbatî jî berpirsyar e. Niha rewşa koronayê heye û ev tişt jî dibe sedema fikaran, derbarê mijarê de agahî nedayîna malbatan sûc e. Jixwe cezayên wan hatiye birîn, çima nayê hiştin ku em hevdîtinê bi wan re bikin. Çima nahêlin ku parêzer hevîdin pêk bînin. Çima nameyên me naçin, çima nameyên wan ji me re nayên? Ne mehek e û ne 8 meh in ev 6 sal in girtî di bin tecrîdê de ne. 23 sal in li Îmraliyê tecrîd heye. Ev bêhiqûqiyeke pir mezin e. Wekî di meclîsê de Omer Ocalan got 'Ji bo vê mijarê muxatab tune'. Çi tiştên bêhiqûqî hebe îro ji hêla Tirkiyeyê ve pêk tê." 
 
'Em hevdîtina rûbirû dixwazin' 
 
Sabîha wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin girtiyên xwe bibînin. Ev heqê me ya bingehîn e. Ne bi telefonê, em diwazin girtiyên xwe rûbirû bibînin. Di çi rewşê de nin, rewşa wan a tenduristiyê çi ye em nizanin. Tenê bi telefonê nabe. Tê xwestin ku hevdîtinên me tenê bi rêya telefonê bê lê em hevdîtina bi telefonê qebûl nakin.”
 
‘Em vê zilm û tecridê qebûl nakin’
 
Dayika Veysî Aktaş, Faika Aktaş (73) jî destnîşan kir ku ew nizane lawê wê di çi rewşê de ye û ji bo tendurîstiya wî gelek bi fikar e. Faîka diyar kir ku Veysî ji kezeba xwe nexweş e û wiha bi lêv kir: “7-8 sal in ez wî nabînim. Xebera me jê tune ye, em ji rewşa wî ditirsin. Di bin tecrîd û îşkenceyê de nin. Em dixwazin girtiyên xwe bibînin, ew mafekê me yê bingehîn e. Her wiha divê girtî bi parezêrên xwe re jî hevdîtinê bikin. Em vê zilm û tecridê qebûl nakin. Tu hiqûq, edalet û wijdan nema ye.”
 
'Em muxatabek dixwazin'
 
Omer Hayrî Konar, di salên 2000-2002’yan de di nav PKK’ê de cih girt û li Sûriyeyê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Omer 18 sal in girtî ye. Birayê Omer, Emîn Konar jî da zanîn ku herî dawî bi birayê xwe re di adarê sala 2020'an de bi rêya telefonê hevdîtin kirin e û got: "Şert û mercên li vir ne li gorî rewşa tenduristiyê ye û ne jî ya siyasî ye. Li wir tecrîdek heye. Di hevdîtina dawiyê de Omer gotibû di nava heftê de saetek tenê bi hev re hevdîtinê dikin. Lê em niha tu agahî ji wan nagirin. Her wiha serlêdanên me tên redkirin û tu sedem nayê nîşandan.”
 
‘Me li Meclîsê fikarên xwe anîn ziman' 
 
Emîn, axaftina Ocalan a ku bi birayê xwe re kiribû bibîr xist û wiha berdewam kir: “Herî dawî bi Abdullah Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtinek hatibû kirin û ev hevdîtin di nîvê de hatibû birîn. Ji ber vê yeke jî malbatên Omer Hayrî û Veysî Aktaş wê rewşê protesto kirin û hevdîtina telefonê nekirin. Ji vê dîrokê şûnde tu agahî ji wan nayê girtin. Her wiha cezayên dîsîplînê ku ji birayê min re hatiye birîn. Em ji jiyana wan bi fikar in û ji ber vê me berê xwe da meclîsê. Li wir de me bi daxuyaniyek da û me fikarên xwe anîn ziman. Daxwaza me ya yekser hevdîtina bi malbatan re ye.”