ROJEVA 07'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 7 Kanûn 2021
  • Rojev
*Welatiyên gundê Setkarê yên Elkê ku di salên 80’yî de ji aliyê hêzên dewletê ve ji gundê xwe hatin koçberkirin ji bo ku dev ji axa xwe bernedin li jêra gund ji xwe re gundekî nû yê bi heman navî ava kirine. Şêniya gund Heybet dibêje ku ew tucarî dest ji axa xwe bernadin.  DÎMEN HEYE
 
* Malbatên Girtiyên li Îmraliyê li dijî tecrîdê ketin nav liv û tevgerê û tirs û fikarên xwe anîn ziman. Xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan, diyar kir ku dixwazin girtiyên xwe bibînin û got: "Hevdîtin heqê me ya bingehîn e. Ne bi telefonê, em diwazin girtiyên xwe rûbirû bibînin. Di çi rewşê de nin, rewşa wan a tenduristiyê çi ye em nizanin."
 
* Hevseroka MA-TUHAYDER’ê Esîn Çelîk da zanîn ku tecrîd û zexta li girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye, li hemû girtîgehan belav bûye û ji bo civak derkeve aramiyê divê şert û mercên tecrîdê demildest bidawî bin. BI DÎMEN