Cara 10'emîn Emîne Şenyaşar vexwendin îfadeyê

  • 13:14 6 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 273 roj in didome. Bi hinceta "Heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye" Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê.
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 273’yemîn de berdewam dike. Malbata ku ji navçeya Pirsûsa Rihayê hat pêş Edliya Rihayê bi pankarta “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe kir. Polîsên ku bi destpêkirina nobetê hatin cem malbatê, diyar kirin ku wê dayik Emîne Şenyaşar bi hinceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” wê li Miduriyeta Polîsan a Rihayê îfadeya wê were wergirtin û bi lêv kirin ku Emîne Şenyaşar divê di nava rojê de biçe miduriyeta polîsan. 
 
Ferît Şenyaşar derbarê mijarê de axivî û got: “Nobeta me nêzî salekê dibe. Di Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de 3 mirov bi çekê hatin qetilkirin. Ev komkujî li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê pêk hat. Bi ser bûyerê ve 3 sal û 6 meh derbasbûn lê îfadeya tu kesê hêj nehatiye wergirtin. Lê dayika ku edaletê dixwaze îro cara 10’emîne vedixwînin îfadeyê. Li Tirkiyeyê edalet ev e?”
 
Ferît, destnîşan kir ku her kesên ku li dijî tiştên diqewimin bêdeng dibin hevkarê sûc in û wiha axivî: “Di serî de baro, partiyên siyasî yên bêdeng dimînin dibin hevkarê vî sûcî. Di holê de bêhiqûqiyek heye. Rihayê malbateke çete bi rê ve dibe.”
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev peyam parve kir: “Her kesê ku li ber deriyê edliyeyê nerazîbûnê nîşanî vê neheqiyê nede sûcdar e. Dozgerên ku ditirsin, kesên hevjîn û zarokên wê qetilkirine vexwînin îfadeyê, cara 10’emîne dayikê vedixwînin îfadeyê. Abdulhamît Gul aniye ziman ku ji bo dayikê xemgîn bide!”