ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 6 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Siyasetmedarên ku anîn ziman ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakirin gotin bila deriyê Îmraliyê bê vekirin.  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Stenbolê Elîf Bulut, a ku ji bo 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî ku wê bi dirûşma "Li Stenbolê dema HDP'ê ye" li dar bixin bang li gelan kir û got, "Wê HDP rêwîtiya xwe ya hêviyê di Kongreya Bajarê Stenbolê de pêşve bibe." DÎMEN HEYE
 
*Pispora Xizmetên Civakî Emrah Kirimsoy derbarê êrîşa zayendî ya li hember zarokan, sedema wê û ji bo bê astengkirin divê çi bê kirin de nirxandin kir  û got " Rûbirûhatin girîng e, Hemû tiştên derbarê zarokan de polîtîk in û parastina mafên zarokan deynê me ye."  DÎMEN HEYE
 
*Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû, duyemîn daneşîna wî dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin. (14.00)
 
* Şaxa SES'ê ya Şirnexê, ji bo daxwazên wan bi cih bên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dê çalakiya berdana kar li dar bixe. (11.00) BI DÎMEN